IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê kete nav zanîngeha Mûsilê

Bingehên ewlehiya  bilî ragihandina vê nûçê ku hêzên artêşa vî welatî ketine nav zanîngeha Mûsilê bajarî û çend zankoyên vê zanîngehê ji destê terorîstan derxistin ragihandin ku her niha jî şer û pevçûna di navbera hêzên iraqî û terorîstên DAIŞ`ê berdewam e.

Van bingehên ewlehiya Iraqê ragihandin ku hêtimal heye li van çend saetên tê, hemû zanîngeha Mûsilê ji destê terorîstan bê rizgar kirin.

Erkantiya teblîqata şêr a Iraqê jî îro îniyê ragihand ku hêzên vî welatî avahiyên dewletî li rojhilata Mûsilê ji destê terorîstên DAIş`ê derxistin.

Hêzên iraqî herwisa navça Sedriye li rojhilata Mûsilê ji destê terorîstan rizgar kirin.

Ji aliyê dinve hatitye ragihandin grûpa terorîst a DAIŞ`ê bona ku pîşiya pêşketina hêzên artêşa Iraqê bo nav bajarê Mûsilê bigre, piriyên ser çemê Dicleyê teqandine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu