NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Ceferî: “Armancên berfirehxwazaiyê yên welatên rojavayê, gelek zirar li Sûriyê xistine”

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja çarşemiyê li civîna  Konseya  Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ku li bara Sûriyê hatibû lidarxistin, bal kişand ser vê yekê ku  hevalbendiya bin fermandehiya Emerîkayê bi curekê tev geryaye ku îmkana  bicihbûn û avakirina baregehê li Sûriyê dide endamên DAIŞê û destnîşan kir: “Bicihbûna  hêzên emerîkî li Sûriyê, binpêkirina serweriya  Sûriyê û li dijî rêziknameyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye”.

Wî bal kişand ser vê yekê ku  li raporên  NY tu raporek ser dagirkirina  hin beşên Sûriyê ji aliyê Emerîkayê û welatên din va tine û got: “Emerîkî her mîna  êrişa ser Iraqê, her mehneyekê ji bo mayîna  li Sûriyê bi kar tînin”.

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser vê yekê ku Sûriye yekim  goriyê sûçên  endamên  Konseya  Ewlehiyê û qawetên  mezin nîne û destnîşan kir: “Dema rê nedan Filistînê ku welatekî xweser hebe, dema êriş kirin ser Iraq û Lîbyayê û bûn sedema  liv û tevegrên cîhadî û terorîzma  navneteweyî, Gelo Konseya Ewlehiyê li kû bû?” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu