NûçeRojhilatanavinSûriye

Zêde ji 17 hezar kesî ji Xûteya Rojhilatê derketine

Serokê navenda aştîya netewî ya Ûrsêtê li Sûrîyê ragihand ku ji destpêka agirbesê ve zêde ji 17 hezar kes jin Xûteya Rojhilatê derketine.

Li gorî rapora Rusia Al Yewmê, bi dû serdestîya artêşa Sûrîyê li sedî 70`yê Xûteya Rojhilatê piştî şerekî du hefteyî li hemberî têrorîstan, Yorî Yotoşînko serokê navenda aştîya netewî ya Ûrsêtê li Sûrîyê bal kişand ser derketina bi hezaran kesên sivîl ên sûrî ji Xûteya Rojhilatê ji destpêka agirbesê bi rêka derbasgehên Hemûrîye, Seqba û Xazê û ragihand: Di 24 sietên buhurî de zêde ji 5 hezar kes ji derbasgehên hanê ji Xûteya Rojhilatê derketine.

Li gorî gotina vî berpirsê ûris, kesên çekdar dil hebûn ku pêşîya derketina sivîlan ji devera Hemûrîyê bigirin, bi awayekî ku qenasên wan sivîl didan ber gulleyan.

Ji hêla din ve, di encama êrişa bi hawanê ya komên têrorîst ser devera Bab Tomayê ser bi Şamê de, 3 kes birîndar bûn û zîyan li malên xelkê vê deverê ketin.

Piştî çêtirbûna rewşê li Xûteya Rojhilatê komên tundrê deverên xelknişîn ên Şamê û derdora wê dikin armanc.

Başa dön tuşu