NûçeRojhilatanavinYemen

Hikmê Îdamê li Mensûr Hadî hat birrîn

Dadgeha kêyferî ya Yemenê, Ebde Rebe Mensûr Hadî serokkomarê dest jikar berdayî û reviyayiyê Yemenê û 6 kes ji endamên dewleta wî bi îdamê mehkûm kirin.

Li gorî rapora telivîzyona El-Mesîreya Yemenê, Dadgeha kêyferî ya Yemenê şemiyê şev Ebde Rebe Mensûr Hadî serokkomarê dest jikar berdayî û reviyayî yê Yemenê û 6 kes ji endamên dewleta wî bi tawana xeyaneta li Yemenê ku bûye sebeb Erebistan destdirêjiya ser axa vî welatî bike, bi cezaya îdamê mehkûm kirin.

Ewez Bin Mubarek, Riyaz Yasîn, Ebdulwehab El-Ensî, Sultan El-Etwanî, Ebdulezîz Cebarî û Elî Hesen El-Ehmedî şeş karbidestên dewleta Mensûr Hadî ne ku bo wan jî ji aliyê dadgeha Yemenê va hikmê sêdaredanê derketiye.

Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistanê û bi alîkariya Amerîkayê bi heceta vegerandina serokkomarê revyayî yê Yemenê Mensûr Hadî êrişên xwe yên dirindane li dij gelê Yemenê despê kirin ku di encama van êrişan de bi dehan hezar kes  ji xelkê sivîl hatin kuştin an birîndarkirin û bi sedan hezar kes ji xelkê vî  welatî aware û bê mal û xanî bûne.

Herwiha di encama van êrişan zêde ji sedî 80`ê binavahî, navendên perwerdehî, nexweşxane  û navendên dermanî, medrese û malên xelkê wêran û kawil bûn.

Di encama dorpêçkirina xelkê Yemenê ji erd, esman û deryayê ji aliyê Hevpeymaniya Erebî va, ewna ketine rewşeke diltezîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu