FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li Xezeyê hejmara şehîdan derket 25an

Di êrîşên artêşa Îsraîlê siyonîst û xwinmij yên dawiya hefteyê yên dijî Xezeya dorpêçkirî da hejmara Filistîniyên şehîd bûn derket 25an.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, di bin kavilê bînaya ku duh li bakurê Xezeyê di êrîşa Îsraîlê siyonîst û xwinmij da hilweşiya da cesedên 2 Filistîniyan hatin derxistin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku cinazeyên Filistîniyên bi navê Raxde Mihemed Mehmûd Ebu’l Cidyan û Talal Atiye Mihemed Ebu’l Cidyan rakirin Nexweşxaneya Endonezyayê ya li Xezeyê.

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên siyonîst û xwinmij dawiya hefteyê yên dijî Xezeyê da 23 Filistîniyên ku di navê da dudu jê hemle 3 jin û 2 dergûş jî hene şehîd bûbûn û 150 Filistînî jî birîndar bûbûn.

Başa dön tuşu