LubnanNûçeRojhilatanavin

Mîşêl ٍEwn: Şêwaza îstîfaya Seid Herîrî nayê qebûlkirin

Serokkomarê Libnanê, şêwaza îstîfaya Sed Herîrî ji posta xwe ya serokwezîrtiya Libnanê, şêwazek da zanîn ku nayê qebûlkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mîşêl Ewn, serokkomarê Libnanê roja îniyê li hevdîtina bi Welîd El Buxarî, kardarê siûdî li Koşka Serokkomariya Beibedayê, xwest ku Herîrî vegere Bêyrûtê.

Libnanê dil heye bi şêwirînên navneteweyî, Riyazê razî bike ku rewş jibo vegera Seid Herîrî bo Bêyrûtê xweş bibe.

Mîşêl Ewn, roja îniyê herwiha bi balyozên welatên endamê Koma Pişûtgîriya Navneteweyî ya ji Libnanê re ku çend salan berî niha bi armanca piştgîriya ji aramiya li vî welatî pêk hat, hevdîtin pêk anî.

Ev koma bi piştgîrî û beşdariya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, Çîn, Firansa, Rûsya, Ingilistan, Amerîka û Yekîtiya ewrûpayê (YE) û welatên endamê Yekîtiya Ereban û Komîsaryaya Bilind a Penaberan û Banka Cîhanî û Bernameya Geşepêdanê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), pêk hatiye.

Mîşêl Ewn, li vê hevdîtinê nîgeraniya xwe ya jiber rewşa Seid Herîrî diyar kir û got: Erêkirina îstîfaya Seid Herîrî, maye ser vegeryana wî ji Libnanê û kivşbûna hegerên wê .

Serokkomarê Libnanê, herwiha agehdarî û hevgirtin û yekbûna rêberên neteweyî li qonaxa hestyar a niha xwest.

Koma Piştgîriya Navneteweyî ya ji Libnanê jî bi weşandina daxuyaniyekê, amadetiya xwe jibo alîkariya bo Libnanê bi armanca peydakirina rêçareya qeyrana niha ya li vî welatî, ragihand.

Seid Herîrî, şenbiya buhurî li daxuyaniyekê ku ji Riyaza paytexta Erebista Siûdî xwend, dest ji posta serokwezîrtiya Libnanê kişand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu