CîhanLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Mîşel Ewn: “Bifermînaskirina hakimiyeta Îsraîlê ser Golana dagirbûyî, gefek e bo hakimiyeta Lubnanê”

Mîşel Ewn serokkomarê Lubnanê cardinê kiryara vê dawiyê ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq bifermînakirina hakimiyeta Îsraîlê ser bilindahiyên Golana dagirbûyî şermezar kir û ev kiryar li dijî prensîpên navneteweyî û erf û edetên  navbera gel û neteweyan da zanîn.

  Mîşel Ewn li press konferansa tev Romen Rado, hevtayê xwe yê bulqarî re got: “Kiryara Trump li bara Golanê gefek li dijî hakimiyeta Lubnanê tê hesabê, ji ber ku zewiyên  Şeba û bilindahiyên  Keferşoba û El-Xecerê di kontrola Îsraîlê de ne”.

 Serokkomarê Lubnanê teqez kir ku Bulqaristan divê li hember destdirêjiyên Îsraîlê ser Lubnanê piştgirya vî welatî bike.

Wî ser giringiya sekinîna ser cihanîna  biryarnemyên  navneteweyî ya 1701`an teqez kir.

Başa dön tuşu