LubnanNûçeRojhilatanavin

Mîşêl Ewn: Bila Erebistan meseleya Seid Herîrî rave bike

Mîşêl Ewn serokomarê Libnanê ji Erebistanê xwest ku berbendên ser rêka vegera Seid herîrî bo Libnanê rave bike.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Mîşêl Ewn îro got: Libnan qebûl nake ku serokwezîrê wî di rewşekê de be ku berovajî peymanên navnetewî be.

Di vî halî de, nivîsgeha serokomarîya Libnanê ragihand: Êmanoêl Mekron serokomarê Fransayê roja şemîyê li peywendîya bi rêya têlêfonê digel hevtûşê xwe yê libnanî piştgirîya Parîsê ji tifaq, serwerî, istiqrara sîyasî û ewlehîya Libnanê ragihand.

Seid Herîrî roja şemî 4`ê Mijdarê li daxûyanîyekê ku li Rîyazê xwend ji posta serokwezîrtîya Libnanê wêde çû. Gellek rayedarên libnanî ser vê bawerê ne ku wêdeçûna Herîrî di bin zexta Erebistanê de û bi armanca derbelêdana li Hizbulahê li nav û derveyî Libnanê bûye.

Başa dön tuşu