Mîşêl Ewn: Ger Îsraîl êrişê bike, Lubnan amade ye berevaniya xwe bike
Serokkomarê Lubnanê destnîşan kir: Ev welata amadetiya berevaniya ji xwe li hember êrişa muhtemel a Îsraîlê heye.
Li gorî rapora ajansa nûçana Milî ya Lubnanê, Mîşêl Ewn serokkomarê Lubnanê roja duşemiyê li hevdîtina Jan Piyêr Lakrowa, nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yeklbûyî li karûbarên parastina aşitiyê û taxima bi wî re li Beyrûtê got: Lubnan ser dewama aramî û ewlehiya li sînorên xwe yên başûrî disekine.
Mîşêl Ewn cardinê, binpêkirina biryarnama 1701`an a Konseya Ewlehiyê ay Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Rejîma Siyonîstî û bikaranîna herêma hewayî ya Lubnanê ji bo êrişa ser Sûriyê ji aliyê vê rejîmê rexne kir.
Mîşêl Ewn ji hewldanên artêşê bo parastina aramiya Lubnanê û berevaniya ji vî welatî li hember Rejîma Siyonsîtî û terorîzmê spasî kir û ser yekitiya helwêstên rayedarên Lubnanê û xelkê vî welatî ji bo piştgiriya ji amadetiya artêşê ji bo piştgiriya ji sînorên bejahî û deryayî yên Lubnanê û çavkaniyên niftî yên vî welatî sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)