ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Dijmin li dû şerrê rewanî û aborî yê dijî Îranê ne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dijminên Înqilaba Îslamî, hevgavê şerrê rewanî û aborî dijî nizam û gel plan darêştine

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, berêvariya duh sêşemiyê li civîna Konseya Bilind a Înqilaba Çandî, bal kişand ser boykotên zalimane yên Amerîkayê dijî gelê Îranê û destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê, bi jordabirina agehdarî, hêvî û beşdariya gel, zûtir û bi xercê kêmtir wê ji rewşa niha derbas bibe.

Serokê Konseya Bilind a Înqilaba Çandî ya Îranê, çanda olî ya gelê Îranê bi bîr xist û pêgîrî kir: Gelê Îranê wê li hember êrişa çandên din û ji wan çanda welatên rojavayî, parastî bimîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, herwiha hefteya Dewletê pîroz kir û herwiha got: Dewlet ji bilî xizmetkirinê tu cîgehek li hember gel tuneye û di vê reşwê de hewl dide hema li rêya Şehîd Recayî û Şehîd Bahoner, erkên xwe yên netewî û înqilabî bi başî cih bîne.

Mihemed Elî Recayî, serokomar û Mihemed Cewad Bahuner, serokwezîrê Îranê, sala 1981an di encama teqîna li nivîsgeha serokwezîrêtiyê bi destê endamên koma terorîst a Minafiqan şehîd bûn. Ji bo rêzgirtina bîreveriya van şehîdan 24 heya 30ê Tebaxê wekî Hefteya Dewletê hatiye binavkirin.

Başa dön tuşu