NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşdeçûna artêşa Sûrîyê li parêzgeha Idlibê û azadkirina bajarekî bakûra Hemayê

Artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê bajarê Etşanê li derdora bakûra rojhilata Hemayê azad kirin.

Li gorî rapora kanala Al Mayadînê, artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê piştî pevçûneke giran şarê Etşanê li derdora bakûra rojhilata Hemayê ji lepên koma têrorîst a Cebhet ul Nusrê û komên hevpeymanê wê azad kirin.

Çavkanîyek haydar li artêşa Sûrîyê ragihand ku di navbera artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê  û têrorîstên Cebhet ul Nusrê dema pêşdeçûna hêzên sûrî ber bi parêzgeha Idlibê de pevçûneke giran derket û hevgavê vê pevçûnê artêşê çeperên têrorîstan dan ber topan.

Artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê li Mêhwera Berxwedanê li dewama pêşdeçûna xwe gundê Cedoîyê li derdora başûra rojhilata Idlibê azad kirin.

Li gorî ragihandina koma mêdyayî ya Eilam ul Herbî, artêşa Sûrîyê û hêzên hevpeymanê wê li başûra rojhilata parêzgeha Idlibê, gundên Ebû Umer, li bakûra rojava bajarokê Ebû Dalî û gundê El Selûmîyê, li rojavaya gundê Ebû Umerê û gundê Etşanê li başûra rojavaya gundê Hemdanîyê xistin bin kontrola xwe.

bi armanca cihanîna lihevkirinameya derketina kesên çekdar ji navçeya Bêyt Cinê bi mebesta parastina canê welatiyên sivîl û parastina binavahiyên navçeyê, berêvariya Înioyê 4 otobûsan 65 kesên çekdar hevrê digel malbatên wan ji riya diyarkirî va birin parêzgeha Idlibê.

Ji bo kemilandina cihanîna lihevkirinameya berêvariya Îniyê jî şeş otobûsan 106 kesên çekdar hevrê digel malbatên wan ji navçeya Bêyt Cinê li derdora Şamê ber bi bajarê Der`ayê va birin.

Nûçegihanê SANA News`ê jî ragihand ku di rojên tê da li gorî qanûn û rêzikên cihanînê rewşa kesên din ên çekdar ên diyarkirî û radestkirina çekên wan ên giran ên mayî li zeviya Bêyt Cinê û gundê Bêyt Cinê bo yekîneyên artêşa Sûriyê dê pêk were.

Çavkanîyên ser bi neyarên dewleta Sûrîyê jî ragihandin ku di encama opêrasyona artêşa vî welatî de 57 têrorîstên Cebhet ul Nusrê jî li li parêzgehên Idlib û Hemayê hatin kuştinê.

Navenda nasyar bi Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê şeva buhurî ragihand ku 57 têrorîstên Heyet Tehrîr ul Şamê û komên ser bi wê, di encama êrişên 5 rojên buhurî yên artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê li derdora bakûra rojhilat û derdora başûra rojhilata Idlibê de hatine kuştinê.

Başa dön tuşu