IraqNûçeRojhilatanavin

Misirê derbarê referandûmê de daxuyaniyek da

Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got,” em ji encamên muhtemel ên referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nîgeran in” û destnîşan kir ku “hewlên erebî û navdewletî yên mişe hene daku ew gava bêfêde neyê avêtin”.

Herwiha wezaretê bangî herdû aliyan kir ku bi bêhnfirehî tevbigerin û ti gavên yekalî yên rewşê aloztir bikin neavêje”.

Di berdewamiya daxuyaniyê de teqezî li ser giringiya ‘diyaloga avaker” hat kirin û wiha hat gotin, “divê diyaloga avaker li ser wî bingehî ku bigihêjin di nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê de lihevkirineke giştî pêk were ku her kesî razî bike”.

Misirê di dawiya daxuyaniya xwe de piştrast kir ku pabendiyê bi yekîtiya axa Iraqê dike bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyên wê biparêze.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu