EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Axaftina têlêfonî ya Kêrî û Lavrofi li bara Filistîn û Sûriyê

Can Kêrî û Sêrgêyî Lavrof wezîrên karêh derve yên Amerîka û Ûrsêtê tivdîrên pêşdabirina pêvajoya aştiya Rojhilata Navînê û rewşa Sûriyê hilkolandin.

Wezareta karên derve ya Rûsiyayê ragihand ku Sêrgêyî Lavrof û Can Kêrî wezîrên karên derve yên Rûsiya û Amerîkayê li peywendiya bi riya têlêfonê pêngavên civaka cîhanî jibo pêşdabirina aştiya di navbera Filistîn û Israîlê da hilkolandin.

Wezareta karên derve ya Rûsiyayê her wiha ragihand ku Lavrof û Kêrî plana Fransayê û her wiha pêşniyara Evdilfetah Sîsî serokomarê Misrê jibo çareserkirina meseleya pevçûnên di navbera Israîl û Filistînê da hilkolandin.

Li gorî daxûyaniya wezareta karên derve ya Rûsiyê, Lavrof û Kêrî riyên çareserkirina qeyrana Sûriyê piştî civîna koma navnetewî ya piştgiriya ji Sûriyê li Viyenê ku bi serokatiya Moskov û Waşîngtonê hat lidarxistinê, hilkolandin û li hev kirin ku eskerên ûris û amerîkî bi riya mêkanîzma hevdengiya heyî ji wan pêngavên kifş jibo kifşkirina yar û neyarên agirbesê û her wiha bo hilkolandina pêngavên jibo rawestandina piştgiriyên daraiyê ji têrorîstan û kokbirrkirina çavkaniyên malî yên ji derve bo têrorîstan tên, hewl bidin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu