LubnanNûçeRojhilatanavin

Mistefa Edîb bû memûrê damezirandina kabîneya nû ya Libnanê

Piştî bidawîhatina gotûbêjên roja Duşemiyê li Parlimana Libnanê, Mîşel Ewn serokomarê Libnanê Mistefa Edîb memûrê damezirandina kabîneya nû ya Libnanê da nasandin.

Fraksiyonên Hizbullah û El-Musteqeblê ji wan aliyan bûn ku di gotûbêjên parlimanî da pişta  memûrê damezirandina kabîneya nû ya Libnanê girtin.

Mistefa Edîn di yekem axaftina xwe ya piştî erkdarbûna jibo damezirandina kabîneya nû hêvî kir ku dewleta nû di dema herî zû da were damezirandin.

Li gorî qanûna bingehîn a Libnanê, Serokomarê Libnanê piştî şêwirîna bi endamên parlimanê, dê kesekî ku zêdetir ji aliyê parlimanê va were piştgirîkirin, wek  memûrê damezirandina kabîneya nû ya Libnanê bide nasandin.
Piştî teqîna mezin a meha borî li bendergeha Beyrûtê, Hesan Diyab serokwezîrê Libnanê di bin zextên navxweyî û derveyî dev ji serokwezîrtiyê berda.

Başa dön tuşu