EfrîqaEwropaNûçe

Qedexetiya hatûçûnê li Şarlota Amerîkayê

Şaredariya bajarê Şarlota Emerîkayê jibo aramkirina vî bajarî qedexetiya hatûçnê ragihand.

 Li gorî rapora Fars News`ê, şaredariya  bajarê Şarlota Emerîkayê ku ev bajara i ber kuştina postreşekî sivîl bi destê hêzên polîs aloz bûye bi daxûyaniyekê ragihand ku xelk li rojên  pênşemiyê û înê mafê xwe yê derketina ji malan tunînin.

Her viha Şaredariya  bajarê Şarlota Emerîkayê ji hêzên Parêzvaniya Neteweyiya Amerîakyê ji bo alîkariya polîs sa vegerandina  aramiyê bo kolanan daxawza alîkariyê kiriye.

Bajarê Şarlotê li eyaleta  Karolînayê Bakur e  û xelkê vî bajarî ev sê roj in ku kuştina mêrikê reşpost ê sîvil ji aliyê polîs  protesto dikin.

Ji dema  destpêbûna nerazîbûnên hanê bi dehan welatiyên emerîkî ji aliyê hêzên polîsê vî welatî ve hatine girtin.

Mêrikê reşpost ê ku hatiye kuştin kesê şeşan e ku di sala buhurî va heya niha da li bajarê Şarlotê dikeve  ber gulleya hêzên polîs û canê xwe ji dest dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu