NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê karên derve yê Îranê digel wezîrê karên derve û serokwezîrê Sûrîyê civîya

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê li Şamê bi serokwezîr û wezîrê karên derve yê Sûrîyê re derbarê meseleyên dualî û herêmî de gotûbêj kir.

Mihemedcewad Zerîf îro di hevdîtina digel Imad Xemîs serokwezîrê Sûrîyê de, serketinên vê dawîyê yên Bereya Berxwedanê li wî pîroz kir û got: Gel û dewleta Sûrîyê bi dû van serketinan dê ber bi jinûve avakirina welatê xwe va herin.

Weîzêr karên derve yê Îranê tevî pêşwazîya ji lidarxistina nîşangeha jinûve avakirina Şamê, ew “nîşane û vîyana xurt a destpêkirina jinûve avakirina Sûrîyê“ wesif kir.

Imad Xemîs serokwezîrê Sûrîyê jî qedrê Îranê ji ber piştgirîyên ji Sûrîyê girt û got: Em dê bi pişkdarî û hevkarîya welatên dost nemaze Komara Islamî ya Îranê û Ûrsêtê û şîrketên nedewletî jinûve avakirina Sûrîyê bişopînin.

Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina digel Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûrîyê de jî pêgirî li ser piştgirîya Komara Islamî ya Îranê ji Sûrîyê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de kir.

Zerîf herwiha pêngavên têkildarî civîna Astanê ji bo şopandina demajoya sîyasî li Sûrîyê rave kirin û ragihand ku civîna serokên Îran, Rûsîye û Tirkîyê li Têhranê jî di vê çarçovê de ye.

Welîd Muelim jî qedrê Komara Islamî ya Îranê ji ber piştgirîyên ji Sûrîyê di warê têkoşîna dijî têrorîstan de girt û xwest ku ew piştgirîyên Îranê bên domandin.

Zerîf û Muelim herwiha di vê hevdîtinê de derbarê mijarên dualî û alûgurên herî dawîyê yên Sûrîyê, mijarên herêmî, dewama demajoya Astanê, berfirekirina hevkarîyên aborî û pişkdarîya şîrketên îranî li jinûve avakirina Sûrîyê de gotûbêj kirin.

Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro giheşte Şamê û bi awayekî fermî ji hêla Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê va hat pêşwazîkirinê û biryar e bi Bişar Esed serokomarê Sûrîyê re jî bicive.

Başa dön tuşu