CîhanNûçeRojhilatanavin

Modî: Terorîsm gefek e ji bo temamê cîhanê

Serokwezîrê Hindustanê Narendra Modî duh xwest konferansek ser şer û xebata li dijî terorîsmê were lidarxistin.

Li gor nûçeya IRIB Newsê Modî li parlemana Maldîvê got: Terorîsm gefek ji bo welatek bi tenê nîne belkî ew gefek e ji bo gişt cîhanê.

Serokwezîrê Hindustanê bal kişand ser hewldanên civaka cîhanê bona bidestxistina lihevkirineke navneteweyî derheq guhertinên av û hewayê û got: Ji bo şer û xebata li dijî terorîsmê jî divê lihevkirineke wiha pêk were.

Berî vê yekê Komara Îslamî ya Îranê û Rûsyayê jî xwestibûn ku civaka cîhanî bi tev li hemberî terorîsmê rabe û pêngevên hevgirtî li vî warî de bavêje.

Serokwezîrê Hindustanê Narendra Modî ji bo gotûbêja bi rayedarên welatê Maldîvê sefera vî welatî kiriye. Eva sefera wî ya yekem ya cîhanî ye piştî serketina dubare ji bo posta serokwezîriyê.

Başa dön tuşu