CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Mogerînî: Amerîka nikare rêketina navokî binpê bike

Berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa bal kişande ser viya ku rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 de navnetewî ye û got: Amerîka nikare yekalî vê rêketina navneteweyî binpê bike.

Li gor rapora IRIB News`ê, Fedrîka Mogerînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa li gotinên xwe yên duh îniyê li civîna 7-ane navenda zanîngehî ya Ewrûpa li bajarê Feloransa Îtaliyayê got: Pêwîste dewleta nû ya Amerîka vê rastiyê fêm bike ku îcranekirina rêketina navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1 ser qazanca tu aliyekê li cîhanê nîne.

Mogerînî bal kişande ser viya ku rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 rêketineke serketî bûye û ragihand ku Ewrûpa ji vê rêketinê piştevaniyê û parêzvaniyê dike.

Wê got:Rêketina navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1 rêketinekî du alî nîne ku Amerîka bixwaze wê binpê bike.

Berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa li kêlega civîna navenda zanîngehî ya Ewrûpa li bajarê Feloransa Îtaliyayê bilî erênî zanîna rêketina navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1 got: Vê rêketinê cîhan êmin kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu