EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Mogerînî: Lihevkirina Navokî di navbera Îranê û Koma 5+1`ê destkefteke mezin bû

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê Lihevkirina Navokî di navbera Îranê û Koma 5+1`ê destkefteke mezin da zanîn.

Federîka Mogerînî Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê roja duşemiyê bal kişande ser guhertinên siyasî yên cîhanê di sala 2016`an da, Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê wek destkefteke girîng a dîplomsiyê di asta cîhanî da zanî.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê di dewamê da got: Di sala 2017`an da em ê ji bo parastina Lihevkirinameya Navokî digel Îranê bixebitin.

Li gorî gotina Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, tevî hebûna hin astengî û bedbîniyan di heyama gotûbêjan, aqubet li dawiyê Rêketinama Navokî nav aliyên gotûbêjê hat wajokirin.

Tevî sozdarbûna Îranê li warê cihanîna Lihevkirina Navokî ya di navbera Îran û Koma 5+1`ê, Amerîka wek aliyeke vê lihevkirinê, li ser soz û qirarên xwe nesekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu