CîhanEwropaNûçe

Mogêrînîyê teqez kir ku aliyên li Rojava bila ser hemdê xwe bin

Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê cardinê teqez kir ku aliyên li rojava Asiyayê û Kendava Farsê bona girtina pêşiya alozbûna rewşa navçê ser hemdê xwe bin.

 Li gorî rapora televîzyona Konseya Ewrûpayê, Federîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê, roja duşemiyê beriya beşdariya  li civîna wezîrên derve û berevaniyê yên YE li Lokzamburgê li nav koma nûçegîhanan got: Çawa ku me pêştir jî raghandiye em dixwezin aliyên li navça rojava Asiyayê ser hemdê xwe û maqûl bin.

 Civîna wezîrên karên derve  û berevaniyê yê Yekitiya Ewrûpayê roja Duşemiyê li Lokzamburgê bi armanca hilkolandina  aloziyên zav li navça rojava Asiyayê û behs û nîqaşa ser bûyera teqîna du niftkêşan li deryaya Umanê hat lidarxistin.

 Her wiha hatiye gotin ku  yek ji mijarên  giring ên vê civînê oltîmatoma 60 rojî ya rêketina navokî ya Îranê be.

 Nêzîkî 40 rojan berî niha  Konseya  Bilind a  Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bi weşandina daxûyaniyekê tevî şermezarkirina  Emerîkayê ji ber derketina ji rêketina navokî, ji welatên mayî li vê hevhatinê jî ji ber sersariya li cihanîna  berpirsiyariyên  xwe bi tundî ew rexne  kir.

Îranê her wiha li daxûyaniya  xwe şêst rojan derfet dabû  welatên  mayî li rêketina navokî  ku berpirsiyariyên  xwe bi taybet li warên bankî û niftê cîh bînin û ger di vê midehê de  welatên hanê nekaribin xwestekên Îranê dabîn bikin li qonaxa din  Têhran dê parastina  sînorên  têkildarî asta zengînkirina uranyomê û kiryarên  nûjenkirina reaktora ava  girana  Erakê jî rawestîne.

 Lê pêştir Yekitiya Ewrûpayê wek berteka li hember moleta  60 rojî ya Îranê bo cihanîna  berpirsiyariyên  bankî û niftî raghandibû ku tu moletekê ji aliyê Têhranê qebûl nake.

Başa dön tuşu