IraqNûçeRojhilatanavin

Bexdayê li bara destwerdana li karên navxweyî yên Iraqê hişyarî da

Wezareta karên derve ya Iraqê li bara destwerdana Erebistanê li karên navxweyî yên wî welatî hişiyarî da balyozê Erebistanê li Bexdayê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fars News`ê, berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê, Ehmed Cemal roja îniyê, 17`ê Hezîrana 2016`an, ragihand ku sefîrê Erebistanê li Bexdayê, Samir Sehyan ji ber gotinên xwe yên bi nîşana destwerdanê, bo wezareta karên drve ya Iraqê hat bankirin. Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê ragihand: Tu sefîrî îzna xwe tine ku tevî nîşandana dijminatiya welatê xwe ligel welatên din bo Iraqê pêspartya xwe ya dîplomatîk ji bo pêkanîna duberetiyê li vî welatî bikar bîne û wezareta karên derve ya Iraqê li gorî lihevkirna Viyenê li bara peywendiyên duyalî wê kirayrên minasib û guncaw di vî warî da pêk bîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê got: Balyozê Erebistanê divê qanûnên navneteweyî yên têkildarê danûstandina balyozan ligel mêdya û şêwaza axaftina ligel raya giştî berçav bigire û xwe ji destwerdana li karên navxweyî yên Iraqê dûr bigire; Bi tayebt ku Iraq di vê qonaxa hestiyar da li halê şerê dijî têrorîsmê ye.

Samir Sebhan, balyozê Erebstanê li Bexdayê vê dawiyê idia kir ku azadkirina Felûcê ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê hewildana ji bo guhertina njyara gelheya vî bajarî ye.

Berî viya jî di 23`ê Çileya 2016`an da, balyozê Erebistanê li Bexdayê tevî destwerdana li karên navxweyî yê Iraqê, idia kir ku dijberiya kurdan û rûniştiyên parêzgeha Enbarê ligel hatina hêzên seferberiya gelanî bo navçeyên wan nîşan dide ku hêzên seferberiya gelanî li nav civaka Iraqê nayên hebandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu