EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Moghêrînî: Kêşeya li Kendava Farsê jibo giştan talûke ye

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê got: Kêşeya li navçeya Kendava Farsê jibo giştan talûke ye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Fêdêrîka Mogêrînî, Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê îro û beriya beşdariya di civîna Konseya Ewropayê da bi nûçegihanan re axivî û got ku di hefteyên dawîyê da digel hemî welatên navçeya Kendava Farsê şêwiriye û bi vê rastiyê hesiyaye ku kêşe ji bo hemiyan bitalûke ye û tu welatek tune ku nekeve ber kêşeyê.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê got: Aqilmendî têra xwe li navçeya Kendava Farsê heye da ku ewna bi awayekî baş pêşde herin.

Mogêrîniyê her wiha got: Peydekirina riyekê jibo jiyana di aramiyê da li kêleka hevdu nîşana lawaziy nîne, belkî îşana mentiqîbûn û dabînkirina berjewendiyan e.

Dîdiyê Rêndêrs (Didier Reynders), Wezîrê Karên Derve yê Beljîkayê jî ragihand ku mijara sereke ya civîna îro ya Konseya wezîrên derve yên welatên Ewropayê peydekirina riyekê jibo wêdadayîna kêşeyan li navçeyê û çawaniya parastina Peymana Atomî ye.

Başa dön tuşu