NûçeRojhilatanavinSûriye

Cejngirtina xelkê Helebê

Li gorî rapora telivîzyona Press TV`yê, piştî ku karbidestên artêşa Sûriyê ragihandin sedî 99 ji navçên bin destê neyarên çekdar ên dewleta Şamê li Helebê hatine azadkirin,  xelkê vî bajarî derketin kolanan û cejn girtin.

Grûpa nasyar bi Zêrevanê Mafê Mirov a Sûriyê jî ku nivîsgeha vê saziyê li Londonê ye pêştir ragihandibû ku şerê li rojhilata Helebê kuta bûye.

Heleb ku wextekê navenda pêşeya Sûriyê dihate hisab, li mehên vê dûmahîkê bibû ciyê şer û pevçûna di navbera artêş û hêzên gelanî yên Sûriyê tev terorîst û neyarên çekdar ên dewleta Şamê.

Piştî azadbûna bajarê Helebê ji destê terorîstan, xelkê vî bajarî bona diyarkirina keyfxweşiya xwe derketine nav kolanan û ev serketina li hev pîroz kirin.

Piştî işkesta girûpên terorîstî li nav Helebê, niha ewna hevdu bi xeyanetê tawanbar dikin.

Artêşa Sûriyê ji du roj berî niha nişkêva ragihand ku operasiyona azadkirina bajarê Helebê ji destê terorîstan destpê dike.

Li hefteyên vê dûmahîkê terorîstan li nav Helebê işkestên giran xwarin û piştevanên wan dil hebûn bi her awayî operasiyona azadkirina Helebê rawestînin.

Li operasiyona azadkirina bajarê Helebê ji destê terorîstan û grûpên çekdar firokên şerî yên Rûsiyayê jî piştevaniya artêşa Sûriyê dikirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu