AborîCîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Mogirînî: Ewropa tev aliyên din dê Lihevkirina Atomî biparêze

Berpirsa Siyaseta Dwerveyî ya Yekîtiya Ewropayê roaj Sêşemiyê li gotûbêja bi CNNa Ameîkayê ra tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Waşîngton nikare biryarên xwe yên siyasî li ser saziyên navneteweyî û welatên xwedam mafê hakimiyetê bisepîne, got ku Ewropa hevrê digelê aliyên din dê Lihevkirina Atomî biparêze.

Li gorî rapora IRNAyê, Berpirsa Siyaseta Dwerveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirîniyê got ku Broksêl bi hevkariya aliyên din ên Lihevkirina Atomî li dû amadekirina rêbaz û sazûkarekê ye ku dewama pêwebndiyên ticarî bi Îrabnê ra tevî hebûna boykotên Amerîkayê hêsan bike.

Berpirsa Siyaseta Dwerveyî ya Yekîtiya Ewropayê bi gotina vê yekê ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê heta niha li 12 raporan sozdariya Îranê derheqê Lihevkirina Atomî piştrast kiriye, got: Ewropa li dû misogerkirina dewama ticareta rewa bi Îranê ra ye.

Berpirsa Siyaseta Dwerveyî ya Yekîtiya Ewropayê got: Ev mafê rewa yê ewropiyan e ku biryar bidin bi çe aliyekî va pêwendiya xwe ya aborî hebin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi dubarekirina tawanên bêbingeh li dijî Îranê, derketin waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî  û vegeriyana boykotên navokî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.
Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekîtiya Ewropayê wek aliyên îmzekirê Lihevkirina Atomî aşkira kirin ku pişta vê lihevkirinî digirin.

Îran û Ewropayê di heftiyên dawî da gotûbêjin bi mebesta parastian Lihevkirina Atomî piştî derketina Amerîkayê ji vê lihevkirina navneteweyî dest pê kirine; Ewropayê li van gotûbêjan soz daye ku pakêteka piştgiriyê li çarçova Lihevkirina Atomî û ji bo sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê li dijî Îranê raberî Têhranê bike.

Îranê destnîşan kiriye ku çaverêtî heye pakêta raberkirî ji aliyê welatên ewropî va mafên gelê Îranê ji Lihevkirina Atomî misoger bike.

Başa dön tuşu