CîhanEwropaNûçe

Mogirînî: Rêkara qeyrana Vinêzoêlayê nabe ku ji derve were sepandin

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê roja Sêşemiyê li civîna Konseya Ewlehiyê derbarê Vinêzoêlayê destnîşan kir ku rêkara qeyrana vî welatî nabe ku ji derve were sepandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirîniyê her wiha derbarê her cûre destwerdan û operasiyona leşkerî li Vinêzoêlayê hişyarî da û got: Operasiyona leşkerî li Vinêzoêlayê dê tenê bibe sebeba lihevalyayîtirbûna rewşa niha li vî welatî û dê qeyran ji ya heyî gurrtir bibe.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê got: Çareserkirina qeyrana Vinêzoêlayê dê tenê ji rêya rêkarên siyasî, dêmokratîk û bi aştî pêkan be.

Rayedarên Amerîkayê di rojên dawî da gefa êrîşa leşkerî l dewleta qanûnî ya Vinêzoêlayê xwarine.

Amerîkayê di hefteyên dawî da bi piştevaniya ji dijberên dewleta Vinêzoêlayê hewil daye ku darbeyê li vî welatî pêk bîne.

Başa dön tuşu