NûçeRojhilatanavinSûriye

Moleta yek rojî ya artêşa Sûriyê bo terorîstan ji bo derketina ji Xûteya rojhilat

Artêşa Sûriyê heya sibê şemiyê molet da kesên çekdar nasiya bi Cêyş Ul-Îslamê ku ji aliyê Erebistanê ve piştgirî dibin ku ji navça Dûmayê li Xûteya Rojhilatê derkevin.

 Li  go rî rapora  roja îniyê ya Al-Alamê, artêşa Sûriyê li çend sietên buhurî , şeşem koma  kesên çekdar û malbatên wan ji Xûteya Şamê derxistin û guhestin  Idlibê li bakurê Sûriyê.

Duh berêvarê jî  89 ûtûbûsên hilgirê 5290 kesan ji wan 1374 endamên  çekdar bin çavdêriya  Hîva Sor a Sûriyê ji Erebînê, Eyn Tarma, Cobir û Zemilkayê li Xûteya rojhilatê ji riya  derbasgeha  Erebînê berê xwe dan Idlibê li bakurê Sûriyê.

Di eynî demê de, artêşa Sûriyê li du rojên  buhurî herîkêm 28 kes ji kontrola komên  terorîstî li Erebînê azad kirine.

SANA Newsê destnîşan kir: Pêvajoya derxistna kesên çekadr û malbatên  wan ji Cubirê, Zemlikayê, Erebînê û Eyn Tarmayê heya dema  valakirina  tam a van navçana  ji hemî paşmayiyên komên çekdar û vegeryana  saziyên dewletî didome.

Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê jî raghand: 6432 kesên çekdar û malbatên wan bi 102 ûtûbûsan roja sêşemiyê, navça  Hey Cubirê û bajarokên  Erebîn û Zemlikayê û Eyn Tarmayê terikandin û ji bo valakirina xellkê Dûmayê derbasgeha kampa El-Wafidînêtê xebitandin.

Qeyrana Sûriyê ji  sala 2011`an bi êrişa  berfireh a komên  terorîstî yên ku ji aliyê Emerîka û hin welatên  rojava û ereb ji bo guhertina  muadileyên  navçeyî ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû, lê ev hewldan ji ber piştgiriya gelanî û bereya berxwedanê bêencam mane.

Başa dön tuşu