NûçeEwropaRojhilatanavin

Moskowayê Netanyahû ji ber alîkariya bo Ûkraynê hişyar kir

Rûsiyê wek berteka li hember gotinên Serokwezîrê Rejîma Siyonîst li ser şandina alîkariya leşkerî bo Ûkraynê, Til Avîv hişyar kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê Mariya Zaxarova’yê di vî warî da ragihand: “Li bara raberkirina çekan bo Ûkraynê, em dewletan anegorî coxrafyayê dabeş nakin, em dibêjin ku her dewletek ku çekan bide Kiyêvê, divê bizanibe ku em van çekan armancên qanûnî ji bo êrişa hêzên ûris dizanin.”

Malpera Axios’ê ya Amerîkayê jî şeva Çarşemiyê ragihand bi venihêrîna Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, li siyaseta Til Avîvê ya li hember Ûkraynê, dibe ku Til Avîv, Kiyêvê bi sîstimên berevaniyê teyar bike.

Wezîrê Karên Derve yê nû yê Rejîma Siyonîst Êlî Kohên jî di 19’ê Çileyê da Ûkrayn dilniya kir ku wê raberkirina alîkariyên mirovdostiyê bidomîne.

Tevî vê yekê bi giştî Til Avîv hîna jî ser hemdê xwe helwêstan nîşan dide û raberkirina çekan bo Ûkraynê red dike.

Başa dön tuşu