NûçeRojhilatanavinSûriye

Têrorîstên koma Cebheya Nusreyê berbanga îro Duşemiyê 50 mûşekên kîmyayî veguhestin

Têrorîstan Yekşemiyê bi şev li parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê li dijî welatiyên sivîl gazên jehrî bi kar anîn ku di encamê da zêde ji 100 welatiyn asayî birîndar bûne.

Li gorî rapora Fars Newsê, Mûşekên ku çekdarên fransî li kumikên wan madeyên kîmyayî weke gaza Kolorê danîne, ji aliyê têrorîstên Koma Cebheya Nusreyê li bereyê cûrbicûr ên şêrr li navçeyên bin dagirkeriya têrorîstan li  bakurê Sûriyê belav kirine.

Ev mûşek li yek baregehên Bereya Nusreyê li nêzikî zîndana navendî ya bajarê Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê bûne û piştî veguhestina ji vê navçeyê di pênc qonaxan da li Idlib, Hemah û çend navçeyên din hatine belavkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê, Îgor Konaşînkof beriya viya ragihand ku Servîsa agahiyan a Rûsiyê li Sûriyê li navçeya vala ji çekan hin made p-eyda kirine ku diselimîne têrorîstan dil hene, careka din êrîşa kîmyayî li Sûriyê pêk bînin.

Çavkaniyên nûçeyan pêştir ragihandibûn ku Koma Kumsipiyan ku di bin zîrevaniya Amerîka û Engilîsê da dxebite, pênc besteyên madeyên kîmyayî yên jehrî ji ambarên Bereya Nusreyê li Idlibê derxistin û radestî karzanên fransî kirin.

Başa dön tuşu