ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Mucahîdên Yemenî başûrê Erebistanê dan ber êrîşê

Yekîneyên mûşekî û topxaneyî yên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê, Çarşemiyê bi şev bi operasiyoneke hevpar baregehên kirêgirtiyên Siûdî li navçeya Sedîsê li navçeya Necranê ya başûrê Erebistanê dan ber êrîşê.

Kanala El Mesîreyê ya Yemenê ragihand ku di vê operasiyonê da bi dehan kirêgirtiyên Siûdî hatine kuştin an birîndar bûne.

Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê di vê operasiyonê da mûşeka xwecihî ya Zilzal 1ê bi kar anîn.

Hêza berevaniyê ya artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Başa dön tuşu