EfrîqaNûçe

Pêkutiya Emîrevdilahiyani ser berfirekirina peywendiyên ligel welatên afrîqî

Alîkarê beşa erebî-afrîqî ya wezareta karên derve ya Komara Islamiya Îranê li ser berfirekirina peywendiyên dualî ligel welatên afîrîqî sekinî.

Li gorî rapora navenda medyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, Hisên Emîrevdilahiyan alîkarê beşa erebî-afrîqî ya wezareta karên derve ya Îranê şeva buhurî li civîna çepemeniyêya hevpar ligel sefîrên welatên afrîqî li Têhranê li ser berfirekirina peywendiyên dualî ligel welatên afrîqî sekinî û got: Asteke nû jibo berfirekirina peywendiyên ticarî û aborî ligel welatên afîrîqî mideha 5 salên pêş da hatiye kifşkirin.

Emîrevdilahiyani bal kişande ser rewşa pêkhatî ya piştî cihanîna rêketinama navokiya ligel Koma 5+1`ê û got: Istiratêjiya peywendiyên ligel welatên afîrî tê birojkirinê.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişande ser pêvajoya ber bi berfirebûnê ya peywendiyên ligel welatên afrîqî û got: Amadekirina plana serdana rayedarên Îranê bo welatên afrîqî û bilekis di rojevê da ye.

Sefîrên welatên afrîqî yên li Têhranê jî di vê civînê da ji insiyatîfa birêxistina civîna hevpar û rawêjkariya ligel Îranê pêşwazî kirin û hêvî kirin ku navenda welatên afrîqî li Têhranê li warê cihanîna biryaran û geşkirina peywendiyên ticarî û bazirganiyê di navbera Komara Islamiya Îranê û Afrîqayê da pêngavên nû rake. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu