CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Amerîka bûyê dayika terorîstan û van xwedî derdikevê

Rayedarekî Koşka Spî ya Amerîkayê îdia kir ku artêşa Sûriyê amadekariyên êrîşa kîmyewî ji meha Adarê ve li baregeha Şayratê daye destpêkirin û got, ‘Em jê piştrastin ku terorîstan yan jî mixalîfan gaza sarînê bikar neanîne.’

Rayedarê Konseya Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê got, ‘Em pê agahdar in ku karmendên li ser bernameya çekên kîmyewî dixebitin, ji meha Adarê ve ji bo amadekariya vê êrîşê bikin li baregeha asmanî ya Şayratê bûn.’

Li gor rayedarê Koşka Spî bal kişand ser ku niha îstixbarata Amerîkayê ji bo bizane haya Rûsyayê ji vê êrîşa tê îdiakirin heye yan nîne, lêkolînê dike û got, ‘Em agahdarbûn yan jî beşdarbûna Rûsyayê ya di vê êrîşê de lêkolîn dikin.’

Rayedarê Amerîkî got, “Em jê bawerin ku terorîstan ev êrîş nekiriye. Em baş dizanin ku ne terorîst ne jî muxalîfên çekdar ne xwediyê gaza sarîn in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu