IraqNûçeRojhilatanavin

Mudaxilên Tirkiyê li Iraqê hatin rexnekirin

Sekreterê giştê yê Rêxistina Bedra Iraqê gotinên serokkomarê Tirkiyê li bara Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê bêşermane û kirêt dan zanîn.

  Li gorî rapora Sumeriye Newsê,  Hadî El-Amêrî sekreterê giştî yê Rêxistian Bedra Iraqê roja sêşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku gotinên  serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li bara Mûsilê bêşermane û kirêt û nîşana nihrîna eşîretî ya  bi kerb û kîn a wî ne.

El-Amêrî tekez kir ku Iraq her hêza bejahî ku tevlî operasyona azadkirina mûsilê bibe dijminê xwe dizane û hêzên Iraqê çawa ku li hember grûpa terorîstî ya  DAIŞê radiwestin dê li ber wan hêzana jî bisekinin.

Ji aliyê din ve Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî li civîneke  rojnamevaniyê li Bexadyê bal kişand ser vê yekê ku  derbasbûna hêzên biyanî nav Iraqê nayê qebûlkirin û Iraq dijberê hizûra hêzên Tirkiyê nav axa xwe ye û li bara  vê yekê ku  mudaxila Tirkiyê li Iraqê dê bibe  şerekî navçeyî hişyarî da.

Serokwezîrê Iraqê her wiha  hizûra hêzên Tirkiyê nav axa vî welatî weke binpêkirina  serweriya neteweyî ya Iraqê û  îsrara tirkan  ser hizûra eskerî nav erdên  Iraqê neqanûnî da zanîn û got  ku dewleta Iraqê bi caran  ji Tirkiyê xwestiye ku  li karûbarên Iraqê mudaxilê nekin.

Parlemana  nunerên Iraqê birayar parlemana  Tirkiyê jibo dewama  erkdariya hêzên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê heya salekê red kir û xwest ku balyozê Tirkiyê li Iraqê ji wezareta derve re were vexwendin da ku nama nerizamendiya Iraqê bigihîne destê rayedarên tirk. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu