Sekreterê giştê yê Rêxistina Bedra Iraqê gotinên serokkomarê Tirkiyê li bara Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê bêşermane û kirêt dan zanîn.
Li gorî rapora Sumeriye Newsê, Hadî El-Amêrî sekreterê giştî yê Rêxistian Bedra Iraqê roja sêşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku gotinên serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li bara Mûsilê bêşermane û kirêt û nîşana nihrîna eşîretî ya bi kerb û kîn a wî ne.
El-Amêrî tekez kir ku Iraq her hêza bejahî ku tevlî operasyona azadkirina mûsilê bibe dijminê xwe dizane û hêzên Iraqê çawa ku li hember grûpa terorîstî ya DAIŞê radiwestin dê li ber wan hêzana jî bisekinin.
Ji aliyê din ve Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî li civîneke rojnamevaniyê li Bexadyê bal kişand ser vê yekê ku derbasbûna hêzên biyanî nav Iraqê nayê qebûlkirin û Iraq dijberê hizûra hêzên Tirkiyê nav axa xwe ye û li bara vê yekê ku mudaxila Tirkiyê li Iraqê dê bibe şerekî navçeyî hişyarî da.
Serokwezîrê Iraqê her wiha hizûra hêzên Tirkiyê nav axa vî welatî weke binpêkirina serweriya neteweyî ya Iraqê û îsrara tirkan ser hizûra eskerî nav erdên Iraqê neqanûnî da zanîn û got ku dewleta Iraqê bi caran ji Tirkiyê xwestiye ku li karûbarên Iraqê mudaxilê nekin.
Parlemana nunerên Iraqê birayar parlemana Tirkiyê jibo dewama erkdariya hêzên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê heya salekê red kir û xwest ku balyozê Tirkiyê li Iraqê ji wezareta derve re were vexwendin da ku nama nerizamendiya Iraqê bigihîne destê rayedarên tirk. (BANGÊ ÎSLÂMİ)