FilistînNûçeRojhilatanavinSûriye

Muellîm: Roja Qudsa îsal hevgav bûye bi gurrbûna komploya emerîkî-siyonîstî li dijî umeta Îslamî

Wezareta karên derve ya Sûriyê bal kişand ser işkesta plana li dijî filistînî ya danûstandina sedsalê û destnîşan kir: Şam piştgiriyê dide her cure hewldanekê bona azadkirina navçên dagirbûyî yên erebî ji wan Quds û bilindahiyên Golanê ji destê siyonîstan.

Li gorî rapora SANA News`ê, Wezareta karên derve ya Sûriyê roja îniyê li daxûyaniyekê bal kişand ser vê yekê ku Şam dê li kêleka  gelê Filistînê bimîne û destnîşan kir: Roja Qudsa îsal hevgav bûye bi gurrbûna  komploya emerîkî-siyonîstî li dijî umeta Îslamî.

Di dewama vê daxûyaniyê hatiye: Biryarên  dewleta Emerîkayê dê tu carî vê rasitiyê neguhere ku Quds û Golan du navçeyên  erebî ne û dê bimînin jî û her wiha  maf û heqên  gelê Filistînê bi derbasbûan demê ji nav naçe belkê zû an dereng dê erdên  dagorbûyî dê vegerin destê xwediyên wan ên sereke.

Wezareta Karên derve ya Sûriyê destnîşan kir: Hemî planên Emerîkayê bona komploya li dijî umeta Îslamî ji wan danûstandina  sedsalê an her planekek din dê çarenivîsek xêncî işkesta li hember viyan û berxwedana  gelê navçê tine.

Îro  li roja cîhanî ya Qudsê, bajarên  curbicur li welatên cîhanê şehedê lidarxistina meşa piştgiriya ji armanca gelê Filistînê û dijberiya li hember plana nasiyar bi danûstandinz  sedsalê ne.

Başa dön tuşu