BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Nerizamendiya alimên Behreynê li hember newekheviyên firqeyî yên Rejîma Alê Xelîfe

Alimên behrêynî, xwestin ku kiryarên regezparêzî û firgeyî yên Rejîma Alê Xelîfe, demlidest werin sekinandin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Sewt El Menamê, alimên Behrêynê, roja sêşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê bona şermezarkirina karên regezparêzî û firqeyî yên rejîma Alê Xelîfê dijî xetîbên vî welatî li meha Muherremê, destnîşan kirrin tevî astengiyên ku ji bo xetîbên meha Muheremê ji aliyê rejîma Alê Xelîfê ve di salên buhurî de, hatine sepandin, îsal hejmarek xetîb hatin girtin.

Alimên Behrêynê herwiha gotin: Sekinîna rejîma Alê Xelîfê li hember xwestekên rewa yên xelkê vî welatî bi bêhurmetiya li olê û şopandina siyasetên firqeyî, wê di encamê de li ser ziyana vê rejîmê be.

Alûgorên Behrêynê di van rojên dawiyê de, ketine ber bandora giranbûna serkutkirina neyaran, dewama girtina çalakvanên hiqûqî û astengiyên ku li ser riya çalakiyên mezhebî yên şîeyên Behrêynê ku para zêde ya gelheya vî welatî ne.

Behrêyn ji Sibata sala 2011`an ve bûye qada nerizamendiyên aştiyane yên dijî rejîma Alê Xelîfê.

Xelkê Behrêynê, rêformên siyasî, azadî, dabînbûna dadê û ji navçûna ne wekheviyê dixwezin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu