Muhemed Baqir Nobext: Ji ber îmkanên navxweyî dikarin ji boykotên Emerîkayê serketî derbas bibin

Muhemed Baqir Nobext, Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê îniyê şevê li gotûbêja bi nûçên 21`ê yên kanala 1 a televîziyona Îranê got: Hemî zirûf li dewletê û beşa nedewletî ji bo rawestana li ber boykotan û derbasbûna ji vê qonaxê hatine texmînkirin.
Nobext destnîşan kir: Di rewşa ku serokkomarê Emerîkayê û berpirsên din ên Koşka Sipî ketine çerçîtiyê û seredana welatên curbicur dikin û gefê li gelê Îranê dixwen, erka dewletê amadekirina rewşê bo rojên boykotê ye.
Di hemne demê de, Muhemed Baqir Nobext, serokê Rêxistina Bername û Bûdceyê roja îniyê li nameyekê bo serokê Komara Îslamî ya Îranê, 12 paketên cihanînê li çarçoveya bernama tam û tekûz a pêşniyarkirî bo rawestana li ber boykotan, raber kirin.