Serdar serleşkir Muhemed Baqirî serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê roja çarşemiyê piştî hevdîtin û gotûbêja tev serleşkir Usman El-Qanemî serokê erkantiya artêşa Iraqê li Têhranê li civîna rojnamevaniyê ya hevpar diyar kir: “Li vê hevdîtinê me serketinên artêş û gelê Iraqê û paqijkirina vî welatî ji lepên reorîstên tekfîrî pîroz kir û ser dewama piştgiriyên Îranê ji dewlet. artêşê, Heşda Şebî û serweriya Iraqê teqez kir“.
Serleşkir Baqirî destnîşan kir: “Îran û Iraq dijberê guhertina erdnîgariya Iraqê û cidabûna beşek ji vî welatî ne“.
Baqirî destnîşan kir: “Komara Îslamî ya Îranê, Iraqa yekperçe û yekgirtî bi fermî nas dike û sînorên hevpar ên Îranê tev Iraqê sînorên qanûnî yên niha ye“.
Wî got: “Îran tu hakimiyetekê jibo partî û koman li bakurê Iraqê qayîl nîne“.
Serleşkir Usman El-Qanemî serokê erkantiya artêşa Iraqê jî got: “Li vê hevdîtinê li bara hevkariya eskerî navbera du welatan û hewahengiyên pêdivî li vê rewşa biqeyran û hestyar, her wiha dabînkirina ewlehiya sînorên du welatan gotûbêj hat kirin“.
Serokê erkantiya artêşa Iraqê destnîşan kir: “Komara Îslamî a Îranê tim di kêleka Iraqê bûye û li pêşerojê jî heya gihêştina bo aramî û avedankirinê dê li kêleka gelê Iraqê be“.
Serleşkir Usman El-Qanmî serokê erkantiya artêşa Iraqê berêvara çarşemiyê tev taximeka pileilind a eskerî gihêşt Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)