İslami Davet Kurdi Bange İslami

Muhemed Baqirî roja pêncşemiyê li gotûbêja  telefonî tev Elî Eyûb wezîrê berevaniyê yê Sûriyê kir

Muhemed Baqirî, serokê erkantiya  giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê roja pêncşemiyê li gotûbêja  telefonî tev sipehbod Elî Eyûb wezîrê berevaniyê yê Sûriyê, serketinên vê dawiyê yên artêşa Sûriyê li navçên curbicur bi taybet Derayê û navçên  başûrê vî welatî pîroz kir û ser pêwîstiya  avedankirina  demlidest a navçên  azadbûyî û destpêkirina  xebatên aborî li van navçana  teqez kir.

General Elî Eyûb jî tevî sipasiya ji rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî, dewlet, gel û hêzên  çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bona piştgiriya  berdewam ji gelê Sûriyê  ji bo rawestana li ber terorîstên tekfîrî û helwestên  bi wêrektî yên  berpirsên  Komara Îslamî ya Îranê spasî kir û rezamendiya xwe li bara  rewş û pêvajoya serketî li meydanên şêr ragihand.

Artêşa Sûriyê heftiya buhurî, serketinên  giring li warên siyasî û meydanî bi dest xistin û xewn û xeyalên Îsraîlê li warê pêkanîna  navçeyeke  cidabûyî û her wiha  komployên  rojava  ji bo başûrê Sûriyê bi dawî anîn.

Bi işkesta planên DAIŞ`ê li başûrê Sûriyê, xeterên ku ji aliyê Xûteya Rojava li ser Şamê hebûn û ji Quneyterê destpê dibûn, ji nav çûne.

Exit mobile version