ÎranNûçeRojhilatanavin

Muhemed Cewad Zerîf: Amerîka bo danûstandinan ne cidî ye

Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf ti biryar derbarê hevdîtinan di navbera Îran û Amerîkayê de nînin, ji ber ku, Amerîka bi sepandina cezayan rê li ber danûstandinan girtiye.

Îro, Duşemê 11.8.2018 Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf di daxuyaniyekê de ragehand ku, ti biryar bo hevdîtina min bi Pompeo re di çarçoveya civîna NY de nînin.

Derbarê pêşinyara Trump bo hevdîtinên bi Serokê Îranê Hesen Ruhanî Zerîf da zanîn ku, Amerîka bi sepandina cezayan rê li ber danûstandinan girtiye û ew ne cidî ye .

Heftiya borî de rawêjkarê bilind ê encûmena asayîşa Amerîka ragehand ku, divê Îran cezayan qebûl bike û ji nû ve dest bi danûstandinan bike.

Başa dön tuşu