CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Rûhanî: Gelê Îranê dê careka din bi yekîtî, boykot û komployên Amerîkayê li dijî Îranê pûç bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser dewama hewldana jibo derbasbûna ji boykotên yekalî yên Amerîkayê dijî Îranê pêgirî kir.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomartiyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî Yekşemiyê bi şev li civîna Konseya Rêvebiriyê û destpêkirina hevdem a xebata projeyên aborî û jêrbinayî yên parêzgeha Hormozganê li başûrê Îranê, her wiha got: Gelê Îranê dê careka din bi yekîtî, boykot û komployên Amerîkayê li dijî Îranê pûç bike û ji pirsgirêkan derbas bibe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Boykotên Amerîkayê li dijî Îranê nikare vî gelî teslîm bike.

Hesen Rûhanî her wiha dijayetiya ewropiyan digel derketina ji Lihevkirina Atomî tevî daxwaza Amerîkayê, nîşana serketina Îranê da zanîn û got: Serketin ya gelê Îranê ye.

Başa dön tuşu