Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Pêvajoya cihanîna qayîde û qirarên bergîrane yên Yekitiya Ewrûpayê destpê bûye û ewrûpî divê li rêketina navokî kiryarên praktîkî cih bînin.
Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêja bi başgahê xebernigharên cewan li bara garatiya Ewrûpayê ji bo dabînkirina berjewendiyên Îranê got: Piştî civîna Îranê û Yekitiya Ewrûpayê tişta ku heya niha qewimiye daxûayniya siyasî û lidarxistian civîna rayedarên Ewrûpayê bûye ku li vê barê hin biryar hatine dayîn.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Îranê ji bo cihhatina 9 xalên ku Federîka Mogîrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya ewrûpayê li daxûayniay wxe amaje pê kiriye li halê muzakirê ye.
Civîna Komîsyona hevpar a rêketina navokî roja îniyê ser daxwaza Îranê û bona hilkolandina dûhatên derkletina Emerîkayê ji rêketina navokî û hilkolandina riyên pêşber ji bo yeqîana li bara cihanîna berdewam a hemî berûlayên hevhatina navokî hat lidarxistin.
Nûnerên Îran, Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsiye, Çîn û Alîkara berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê beşdarê vê civînê bibûn.
Trump serokkomarê Amerîka heştê meha Gulana 2018` an bi dubarekirina tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana boykotên navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din raghand.
Kiryara yekalî ya Emerîkayê di rerwşekê de ye ku pênc welatên din ên wajokirê rêketinnama navokî û piraniya welatên cîhanê piştgirî dane vê hevhatina navneteweyî.