ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Muhemed Elî El-Hûsî: Ger Erebistan dest ji cinayetên xwe yên dijî gelê Yemenê bernede, hemû altirnatîv bona girtina pîşiya van destdirêjiyan li ser masê ne

Muhemed Elî El-Hûsî serokê Komîta bilind a inqilaba Bereya Ensarullaha Yemenê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona Frans 24 ragihand: Eger Erebistan dest ji cinayetên xwe yên dijî gelê Yemenê bernede û hema gelê Yemenê bike hedef , hemû altirnatîv bona girtina pîşiya van destdirêjiyên Riyazê li ser masê ne û dê bersivekî qahîm bide Erebistanê.

Serokê Komîta bilind a inqilaba Bereya Ensarullaha Yemenê destnîşan kir: Em dewamê bidin êrişên ser kompaniya netewî ya nifta Erebistanê(Aramko) û jêravayiyên serekeye vî welatî ta ku bersivîkî bi hêz be dijî dijminê destdirêjker.

Wî li bara sînorên Erebistan û Yemenê got: Em li derûdora bajarê Necranê ne û me pêşketinên berbiçav li Cîzan û Esîrê hebûye û em dixebitin dijmin ji sînorên xwe derxînin.

Muhemed Elî El-Hûsî got: Dijminê me(Erebistan) her roj peymannameyekî çek û sîlahî îmza dike û eva bûye sebeb Erebistan ji nezera abûrî lawaz bibe, loma bi dû viya digere ta ku kêmasiya bûdca xwe cubran bike û her ji ber viya sermal û bohaya arûdûyên şewitandinî zêde dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu