ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Li êrîşa hewayiya Erebistana Emeriki li ser Sedeya Yemenê 22 kes hatin kuştin

Li encama êrîşa firokeyên şêrr ên artêşa Erebistanê li ser bajarokê Baqemê li parêzgeha Sedeya bakurê rojavaya Yemenê bîst û du kes ji welatiyên sivîl hatin kuştin.

Li gorî rapora Al-Alamê, firokeyên şêrr ên Rêjîma Siûdî roja yekşemiyê du caran deverên cûrbicûr ên bajarokê Baqemê li parêzgeha Sedeya Bakurê rojavaya Yemenê dane ber êrîşên xwe ku di yek ji van êrîşan da malbateke 11 kesî yê yemenî bûn gorî û 11 kes jî li êrîşa hewayiya artêşa Erebistanê li ser cadeyeke vî bajarokî hatin kuştin.

Firokeyên şêrr ên destdirêjkerên siûdî her viha navçeyên cûrbicûr ên parêzgehên Mareb, El Hedîde û Senayê dane ber bomban û hejmareke malên xelkê wêran kirin.

Tevî derbasbûna 20 mehan ser destdirêjiya rêjîma Alê Siûd li ser Yemenê, ev rêjîma hema wisa di bêdengiya civaka cîhanî kuştina gelê Yemenê ku pirraniya wna jin û zarok in, didomîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu