Muhemed îranî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Kuweytê li hevpeyvîna bi rojnama kuweytî ya El-Rayê got: Îranê her tim bona aramkirina rewşê li navçê hewl dayê û şêr tu carî ser qezanca tu welatekî nebûye.
Muhemed Îranî teqez kir niha hin alî yên mîna Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî û Can Bolton daxwaza şêr li navçê dikin û bona xopana navça Rojhilata Navîn hewl didin.
Balyozê Îranê li Kuweytê li bara derkirîna niftê jî got: derkirîna nifta Îranê nehatiye rawestandin ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê gelek sînor bi welatên cîhanê heye û derkirîna bo hin welatan tim didome.
Muhemed îranî teqez kir: Gelê Îranê ji 40 salan berî niha va hînî van boykotên Emerîkayê bûne û ger kesek van rojana sefera Îranê bike dê bêbandorbûna van boykotan an dilgiraniya piraniya gelê Îranê bibîne.