CîhanEwropaMafên MirovanNûçe

Li xwenîşandana neyarên Trump li Kalîforniyayê şer û pevçûn çêbû

Li xwenîşandana roja şemiyê ya yar û neyarên Donald Trump serokkomarê Amerîkayê li Kalîforniyayê şer û pevçûn çê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê ji zarê ajansa Reuters`ê, Di navbera piştgîrên Donald Trump serokkomarê Amerîkayê ku li parkeke Birikliyê pê dar û gaza îzotê diroşmên bi nîşana piştevaniya Trump didan û neyarên wî şer û pevçûn çêbû ku serê axirê bû sebeb polîsê dijî şorişê bikeve meydanê.

Berdevkê polîsê Amerîkayê ragihand ku li şer û pevçûna di navbera piştgîrên Trump û neyarên wî ku sercem 200 hetanî 300 kes bûn û li parkeke Birikliyê kom bibûn, sê kes birîndar bûn û sercem 5 kes jî hatine girtin.

Li halê ku hema bêje ji çaxê bijartina Trump wekî serokkomarê Amerîka neyarên wî li her mecalekê weke roja sondxwarina wî xwenîşandanên mezin bi rê xistine, grûpên piştevanê Trump heta niha li pêşbirina siyasetên xwe yên piştevaniya ji Donald Trump serketî nebûne.

Duh şemiyê li 28 eyaletên Amerîkayê meşên çend sed kesî yên piştevanên Trump bi rê ketin ku li van meşan xwenîşanderan dijî Barack Obama serokkomarê berê yê Amerîka dirûşme didan û ew tawanbar kirin ku wî gudariya gotûbêjên têlêfonî yên Trump dikiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu