ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê daxwaza hilkolandina ciddî ya bernameya çekên navokî yên Israîlê kir

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Navokî çekên navokî yên Rêjîma Siyonîst wek gefek ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî da anîn û xwest ku ev ajans bi awayekî ciddî bernameya çekên navokî yên vê rêjîmê hilkolîne.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Navokî, Riza Necefî di dawîn roja civîna demsalî ya Konseya Hakiman a Ajansda Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê tevî amajeya bi şermezarkirina tund a bernameya çekên navokî yên Rêjîma Siyonîst ji aliyê welatên endama Tevgera Qeydnenasan va, xwest ku ev ajansa bi awayekî ciddî û deqîq bala xwe bide ser vê mijarê.

Necefî bal kişande ser daxwazên li pey hev û hertimî yên civaka navneteweyî li çarçova biryarnameyên pesendkirî yên ajansê û konfêransên venihêrîna soznameya qedexeya navokî li ser esasa tevlîbûna lezgîn a vê rêjîmê nav NPT`yê û ketina kemî navendên navokî yên wê rêjîmê bin çavdêriya tam a padmanên ajansê û got: Mixabin Rêjîma Siyonîst di heyama salên buhurî da bi berçavnegirtina daxwaza rewa ya civaka navneteweyî û bi piştgiriya kor a hinek ji welatên rojavayî bi saya binpêkirina eşkere ya hemî qanûnên navneteweyî bernameya xwe ya navokî-leşkerî domandiye.

Nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Navokî her wiha tevî rexneya tund ji reftara ducûre ya hinek ji welatên ewropî li warê qedexeya tam a her ûcre hevkarî û veguehstina made û alavan bo Israîlê, çekên navokî yên ber destê vê rêjîmê bi dîrokeke tijî destdirêjî, dagirkerî û têrorîsma dewletî wek gefek li dijî aştî û ewlehiya navneteweyî da zanîn.

Nûnerên Misr, Urdin û Imaratê jî li vê civînê tevî şermezarkirina piştgiriya hinek ji welatên rojavayî ji şiyanên navokî yên Rêjîma Siyonîst, xwestin ku Israîl bêyî ti şert û mercekê tevlî NPT`yê bibe û navendên navokî yên vê rêjîmê bikevin bin çavdêriya padmanên ajansê.

Van welatan destnîşan kirin ku heta serêxwegirtina vê mijarê, şiyanên atomî yên Israîlê wek gefek li dijî navçe û cîhanê ne û divê ku di rojeva ajansê da bimîne.

Lê nûnerê Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê tevî piştgiriya ji Rêjîma Siyonîst, ji hilêxistina vê mijarê ji aliyê welatên navçeyê va rexne kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu