FilistînNûçeRojhilatanavin

Muhemed Nasir Şerab, nûciwanê filistînî ku li şanzdehemîn xwenîşandana mafê vegerê li başûrê zîvala Gazayê birîndar bibû, îro şehîd bû

Nûgîhayekî filistînî ku li şanzdehemîn xwenîşandana mafê vegerê li başûrê zîvala Gazayê birîndar bibû, îro Şemiyê ji ber giranbûna birînên xwe şehîd bû.

 Li gorî ragihandina  Filistînê, Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê ragihand ku Muhemed Nasir Şerab, nûciwanê filistînî ku li xwenîşandana  vegerê ya roja îniyê li rojhilata Xan Yûnisê li başûrê zîvala Gazayê şehîd bû ku bi şehadeta  vî ciwanê filistînî, hejmara  şehîdan gihêşt du kesan.

Bi şehadeta  vî nûgîhayê filistînî, hejmara  şehîdên  xwenîşandana  Mafê Vegerê ji 30ê Adara  buhurî, heya niha  gihêşt 146 kesî û nêzîkî 16 hezar kesên din jî li vê xwenîşandanê birîndar bûn ku halê deh kes ji wan xirab e.

Siyonîstan li heftiyên buhurî dixwestin ku bi xopana  gundê Xan Ehmerê li Kêleka  Rojava ya Çemê Urdinê, bajarokên siyonîstî li vê navçeyê berfireh bikin.

Meşa bi aşitî ya Mafê Vegerê ji 30ê Adarê ve  bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gazayê û erdên  dagirbûyî destpê bûye û tim didome.

Back to top button