Mukurhatina têrorîstan li bara kuştina bi sedan terorîstan li sê parêzgehên Sûriyê
Medayê nêzîkî terorîstan îdia kirin ku 783 terorîstên bereya Tehrîr El-Şamê li meha buhurî li operasyona eskerî ya artêşa Sûriyê li parêzgehên Hemahê li rojava, Idlibê li bakurê rojava û Helebê li bakurê Sûriyê hatin kuştin.
Li gorî rapora IRNA`yê,nivîsgeha amarên koma terorîstî ya Tehrîr Şamê, çarşemiyê şevê li bara birîndarbûna hezar û 329 terorîstên bereya El-Nusre li meha buhurî li parêagehên Hemahê, Idlibê û Helebê li xwe mukir hatin û raghandin ku ev koma ji deh rojan berî niha jî hin pevçûn tev koam nasiyar bi Bereya Azadkirina Sûriyê li bakurê parêzageha Idlib û Helebê dane destpêkirin ku li encama wê hejmarek ji terorîstên ji her du aliyan hatine kuştin.
Komên terorîstî yên Ehrar Şamê û Nûredîn Zenkî, 25 Sibata buhurî piştî weşandina hin nûçeyan li bara biryara Tehrîr Şamê boi êrişa ser meqerên wan, li hevalbendiya bi hev re komeke nû nasiyar bi bereya azadkirina Sûriyê ava kirin.
Bi pêşdeçûna artêşê û hêza berxwedanê li Sûriyê pirsgirêk û bêtifaqî navbera serkirdeyên komên terorîstî li parêzgeha Idlibê berfireh bûne.
Sûriye ev heft sal in ji ber bicibûna komên çekdar û terorîst ên mîna DAIŞ û bereya El-Nusreyê ku ji aliyê rojava û hin welatên navçê piştgirî dibin, rastîq qeyranê hatiye.