EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê êrişa terorîstî ya Mûnîxê şermezar kir

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li gotinên xwe yên îro şemiyê destnîşan kir; Xebata dijî terorîzmê xwesteka micid û lezgîn a hemû civaka cîhanî ye û wijdana beşerî jî viya dixwaze û pêwîst e hemû welatên cîhanê bona jinavbirina terorîstan alîkariyê bidin hevdu.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir ku roja îro kuştina xelkê bê guneh û bê berevan wekî şerm û serşûriyekê li dîroka mirovatiyê da tê dîtin û bona jinavbirina terorîzmê tu riyek xîncî hevgirtina hertimî ya welatên cîhanê bona kokbirkirina terorîzmê tune.

Li gor raporên herî dawiyê derheq êrişa terorîstî ya reşandina gullan ku duh berêvarê qewmî heya niha 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu