Muqtada El Sedr ji pêçû yên xwe daxwaz kir ku çi dibe bila bibe girêdayê rêbazên ku eşkere kirine, bisekinin.
Sedr ragihand ku gefa mirinê lê dixwin û wesyeta wî jî aliyê nûnerê wî yê Kûfê yê girêdayê Necefê ye, Muhenned Musevî di xudbeya înê de xwend. Sedr, di wesyeta xwe de destnîşan kir ku peywira hemû misilmanan ew e ku parastin û pêşxistina Tevgera Sedr bikin. “Ez rica dikim ku rêbazên me diyar kirine tu kes li hember dernekeve û li gorî rêbazan tevbigere.”
Sedr ji pêçûyên xwe daxwaz kir ku sadiqê Iraqê bin, deste xwe dirêjên kesên muxtac, mafên mezlûman biparêzin û gengeşiyên di nav xwe de çareser bikin.
Sedr da zanîn ku di xwepêşandana li Bexdayê ya hefteya borî hat lidarxistin de gefa mirinê lê xwarine û kesên gef lê xwarine jî eşkere nekiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)